Kurdistan24
Nivîskar
Medya Erebî çawa berê xwe dide operasyona azadkirina Şingalê?
Medya Erebî operasyona Pêşmergeyên Kurdistanê bo azadkirina Şingalê ji destê DAIŞê bi awayekî berfireh şopand û cihekî girîng da operasyona Şingalê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Medya Erebî operasyona Pêşmergeyên Kurdistanê bo azadkirina Şingalê ji destê DAIŞê bi awayekî berfireh şopand û cihekî girîng da operasyona Şingalê.
Operasyona berfireh a Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bo azadkirina Şingalê ji destê DAIŞê bû sedema reaksyonên erênî û piştî medya cîhanî, li ser operasyonê di medya Erebî de jî raveyên cuda hatin weşandin.
Medya Erebî wek El-Cezîre, Şerq El-Ewset û El-Erebiye, beşeke zêde ya manşet û babetên wan ên serekî ji operasyona Hêzên Pêşmerge re veqetandin û bi awayekî girîng behsa stratejiya azadkirina qezaya Şingalê kirin.
Malpera El-Cezîre, di raportekê de bi navnîşanê "Şingal-Şerê Jiyanê Yan Mirinê" behsa operasyona Pêşmergeyên Kurdistanê ya bi alîkariya firokeyên şer ên Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dike.
Di raporta El-Cezîre de tê gotin ku şerê Şingalê ji bo Hêzên Pêşmerge û DAIŞê girîngiyeke xwe ya taybet heye û hevdem Kurd dixwazin bi 7 hezar û 500 Pêşmergeyan qezayê bi tevahî control bikin.
Rojnameya Şerq El-Ewset, di babetekê de bi manşeta "Operasyona Leşkerî ya Kurdî", qala êrîşa Hêzên Pêşmerge bo ser Şingalê û azadkirina wê qezayê dike û ragehandiye ku Hevpeymaniya Navdewletî ji esman ve hevkariya operasyonê dike.
Ji aliyekî din ve malpera El-Erebiye, wek medyayeke girîng a Erebî, ew jî bi awayekî girîng behsa operasyona azadkirina Şingalê dike ku doh ji aliyê Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ve hat dest pê kirin. Li gor Erebiye, Hêzên Pêşmerge serkeftî bûne di kontrolkirina rêya navbera bajarê Reqa yê Sûriyê û Mûsila Iraqê de.
Şingal, qezayeke ser bi parêzgeha Nînowa (Mûsil) ye û dikeve rojavayê Başûrê Kurdistanê. Piraniya daniştvanên wê Kurdên Êzdî ne. Di 3ê Tebaxa 2014an de çekdarên DAIŞê êrîşî qezayê kirin û ji wê demê ve dest danîbûn ser. Ji wê rojê ve nêzîka 5 hezar welatiyên sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin û heta niha jî çarenivîsa wan nediyar e.
Doh operasyona azadkirina Şingalê bi beşdariya 7 hezar û 500 Pêşmerge û alîkariya firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî dest pê kir, bi awayekî 150 kîlometre kare bi yekcarî ji çekdarên DAIŞê hat paqijkirin û zêdeyî 100 çekdar jî hatin kuştin.