Kurdistan24
Nivîskar
Navê hinek ji kuştiyên DAIŞê eşkere bû
Di operasyona berfireh a Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê de bo rizgarkirina Şengalê, hat ragehandin ku zêdeyî 100 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di operasyona berfireh a Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê de bo rizgarkirina Şengalê, hat ragehandin ku zêdeyî 100 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Li gor agahiyên K24ê, Hêza Dijî Terorê ser bi Encûmena Asayîşa Kurdistanê, navê çend berpirsên payebilind ên DAIŞê ragehand ku di operasyona azadkirina Şingalê de hatine kuştin.
Navê hinek ji wan kuştiyan jî wiha ne: Ebû Qitade El-Şirîî, Ebû Cîhad Elladarî, Ebû Umerê ji Telefer, Ebû Ibîde – Emîr, Îmad – Emîr û Salih ku wek Ebû Inis tê naskirin – Rebîe.
Şingal, qezayeke ser bi parêzgeha Nînowa (Mûsil) ye û dikeve rojavayê Başûrê Kurdistanê. Piraniya daniştvanên wê Kurdên Êzdî ne. Di 3ê Tebaxa 2014an de çekdarên DAIŞê êrîşî qezayê kirin û ji wê demê ve dest danîbûn ser. Ji wê rojê ve nêzîka 5 hezar welatiyên sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin û heta niha jî çarenivîsa wan nediyar e.
Doh operasyona azadkirina Şingalê bi beşdariya 7 hezar û 500 Pêşmerge û alîkariya firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî dest pê kir, bi awayekî 150 kîlometre kare bi yekcarî ji çekdarên DAIŞê hat paqijkirin û zêdeyî 100 çekdar jî hatin kuştin.