Kurdistan24
Nivîskar
Xurmatû: Di navbera Hêzên Pêşmerge û Heşdî Şeebî de alozî
Çekdarên Heşdî Şeebî li qezaya Xumatû êrîşî Hêzên Pêşmerge kirin û di encam de 3 çekdar hatin kuştin û çend kesek jî birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Çekdarên Heşdî Şeebî li qezaya Xumatû êrîşî Hêzên Pêşmerge kirin û di encam de 3 çekdar hatin kuştin û çend kesek jî birîndar bûn.
Peyamnêrê K24ê ragehand ku doh (12.11.2015) çekdarên Heşdî Şeebî ya Şîeyan li başûrê rojavayê qezaya Xurmatû êrîşî çeperên Hêzên Pêşmerge kirine, lê belê Pêşmergeyan bi tundî bersiva wan daye û ew jî paş de reviyane.
Piştî bûyerê Fermandeyên Leşkerî yên Hêzên Pêşmerge yekser gehiştine Xurmatû bo rûbirûbûna Heşdî Şeebî, çekdarên wê grûbê jî bi qenasê teqe li karmendekî asayîşa qezayê kirine û şehîd bûye. Li beramber jî 3 çekdarên Heşdî Şeebî hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne.
Li gor berpirsên îdarî yên Xurmatû, di encama wî sere ku di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de derketiye, Pêşmergeyek û 3 welatiyên sivîl şehîd bûne û 70 welatiyên sivîl jî hatine girtin.
Hat zanîn ku yek ji serkirdeyên Heşdî Şeebî ku berê navbijênî di navbera Hêzên Pêşmerge û Heşdî Şeebî de dikir, ji Îranê ketiye rê daku dawî li vê aloziya navbera herdu aliyan bîne.