Hejmara Fermî ya Kurdên Êzdî ku hatine revandin

Kesayetî, Encûmena Rûhanî ya Êzdiyan û welatiyên Kurd ligel rizgarkirina bajarê Şingalê, li benda rizgarkirina wan jin, zarok û welatiyên Şingalê ne ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin.

Hejmara Fermî ya Kurdên Êzdî ku hatine revandin
Hejmara Fermî ya Kurdên Êzdî ku hatine revandin

K24 – Hewlêr

Operasyona azadkirina Şingalê bi çavdêrî û serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî berdewam e. Kesayetî, Encûmena Rûhanî ya Êzdiyan û welatiyên Kurd ligel rizgarkirina bajarê Şingalê, li benda rizgarkirina wan jin, zarok û welatiyên Şingalê ne ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin.

Piştî ku 3ê Tebaxa 2014ê çekdarên DAIŞê qezaya Şingal dagîr kirin, bi sedan welatiyên Kurd ên wê navçeyê revandin û heta niha jî çarenivîsa hejmareke zêde ya wan nediyar e. Xizim û kes û karên wan welatiyên ku hatine revandin ligel serkeftina Hêzên Pêşmerge niha li benda mizgîniya rizgarkirina kesên revandî ne.

Li gor agahiyên K24ê, di demên borî de tenê 821 jin ji wan jinên ku DAIŞê revandibûn karîne xwe rizgar bikin, beşek ji wan li bajarê Reqa yê Sûriyê ne û beşê din ji qezaya Telefer û El-Biace ber bi bajarên Herêma Kurdistanê reviyane û karîne xwe xilas bikin.

Hejmara wan kesên ku heta niha çarenivîsa wan nediyar e

Li gor amarên fermî yên Rêveberiya Giştî ya Karûbarê Êzdiyan li Wezareta Ewqaf û Karûbarê Olî ya Kurdistanê, hejmara wan welatiyên ku heta niha çarenivîsa wan nediyar e gehiştiye 5 hezar û 838 kes û ji wê hejmarê jî 3 hezar û 192 kes jin in û 2 hezar û 646 jî mêr in.

Hejmara wan kesên ji destê DAIŞ rizgar bûne

Bi giştî hejmara wan welatiyên ku karîne ji destê DAIŞê rizgar bibin 515 jin û zarok, 534 xort-ji herdu regezan û 308 kes jî mêr in.

Doh operasyona azadkirina Şingalê bi beşdariya 7 hezar û 500 Pêşmerge û alîkariya firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî dest pê kir, bi awayekî 150 kîlometre kare bi yekcarî ji çekdarên DAIŞê hat paqijkirin û zêdeyî 100 çekdar jî hatin kuştin.