Kurdistan24
Nivîskar
Alaya DAIŞê ji ser Kargeha Çîmentoyê hat rakirin
Operasyona azadkirina Şingalê berdewam e û Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê karîn bi tevahî Kargeha Çîmentoyê control bikin û alaya DAIŞê ji ser bînin xwarê.
K24 – Şingal
Operasyona azadkirina Şingalê berdewam e û Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê karîn bi tevahî Kargeha Çîmentoyê control bikin û alaya DAIŞê ji ser bînin xwarê.
Peyamnêrê K24ê ragehand ku Pêşmergeyên Kurdistanê karîne bêyî teqe Kargeha Çîmento ya Şingalê kontrol bikin û alaya DAIŞê bînin xwarê.
Şingal, qezayeke ser bi parêzgeha Nînowa (Mûsil) ye û dikeve rojavayê Başûrê Kurdistanê. Piraniya daniştvanên wê Kurdên Êzdî ne. Di 3ê Tebaxa 2014an de çekdarên DAIŞê êrîşî qezayê kirin û ji wê demê ve dest danîbûn ser. Ji wê rojê ve nêzîka 5 hezar welatiyên sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin û heta niha jî çarenivîsa wan nediyar e.
Doh operasyona azadkirina Şingalê bi beşdariya 7 hezar û 500 Pêşmerge û alîkariya firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî dest pê kir, bi awayekî 150 kîlometre kare bi yekcarî ji çekdarên DAIŞê hat paqijkirin û zêdeyî 100 çekdar jî hatin kuştin.