Kurdistan24
Nivîskar
Hêzên Pêşmerge hino hino diçin nav Şingalê
Tîmên pûçkirina mîn û teqemeniyan bi piştevaniya Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ber bi nav Şingalê ketin rê.
K24 – Şingal
Tîmên pûçkirina mîn û teqemeniyan bi piştevaniya Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ber bi nav Şingalê ketin rê.
Di vê derbarê de peyamnêrê K24ê Bergeşt Akreyî, da zanîn ku tîmên pûçkirina mîn û teqemeniyan niha li nav Şingalê hino hino cadeyên serekî paqij dikin û ber bi navenda qezayî ketine rê daku rê ji Pêşmergeyan re vekin. Herwiha diyar kirk u baregahê Liqa 17 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî hatiye kontrolkirin.
Şingal, qezayeke ser bi parêzgeha Nînowa (Mûsil) ye û dikeve rojavayê Başûrê Kurdistanê. Piraniya daniştvanên wê Kurdên Êzdî ne. Di 3ê Tebaxa 2014an de çekdarên DAIŞê êrîşî qezayê kirin û ji wê demê ve dest danîbûn ser. Ji wê rojê ve nêzîka 5 hezar welatiyên sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin û heta niha jî çarenivîsa wan nediyar e.
Doh operasyona azadkirina Şingalê bi beşdariya 7 hezar û 500 Pêşmerge û alîkariya firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî dest pê kir, bi awayekî 150 kîlometre kare bi yekcarî ji çekdarên DAIŞê hat paqijkirin û zêdeyî 100 çekdar jî hatin kuştin.