Kurdistan24
Nivîskar
Hêzên Pêşmerge li nav Şingalê digihin hev
Peyamnêrê K24ê Sehên Muftî got ku Pêşmergeyên Kurdistanê ji çar aliyan ve û bi hevkariya tîmên pûçkirina mînan çûne nav Şingalê û dixwazin li navenda qezayê bigihin hev.
K24 – Şingal
Peyamnêrê K24ê Sehên Muftî got ku Pêşmergeyên Kurdistanê ji çar aliyan ve û bi hevkariya tîmên pûçkirina mînan çûne nav Şingalê û dixwazin li navenda qezayê bigihin hev.
Fermandeyekî Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ragehand ku çûna Pêşmerge ji çar aliyan ve bo nav Şingalê, îspat dike ku Şingal hatiye kontrolkirin.
Şingal, qezayeke ser bi parêzgeha Nînowa (Mûsil) ye û dikeve rojavayê Başûrê Kurdistanê. Piraniya daniştvanên wê Kurdên Êzdî ne. Di 3ê Tebaxa 2014an de çekdarên DAIŞê êrîşî qezayê kirin û ji wê demê ve dest danîbûn ser. Ji wê rojê ve nêzîka 5 hezar welatiyên sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin û heta niha jî çarenivîsa wan nediyar e.
Doh operasyona azadkirina Şingalê bi beşdariya 7 hezar û 500 Pêşmerge û alîkariya firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî dest pê kir, bi awayekî 150 kîlometre kare bi yekcarî ji çekdarên DAIŞê hat paqijkirin û zêdeyî 100 çekdar jî hatin kuştin.