Operasyona Azadkirina Şingalê di medya Tirkî de

Piraniya rojnameyên Tirkiyeyê rizgarkirina Şingalê di rûpelên xwe yên yekemîn de belav kirin.

Operasyona Azadkirina Şingalê di medya Tirkî de
Operasyona Azadkirina Şingalê di medya Tirkî de

K24 – Navenda Nûçeyan

Ketina Pêşmergeyên Kurdistanê ya Şingalê û destpêkirina pêvajoya rizgarkirina wê di gel medyayên cîhanî di medyaya Tirkî de jî cihekî berfireh girt. Piraniya rojnameyên Tirkiyeyê rizgarkirina Şingalê di rûpelên xwe yên yekemîn de belav kirin.

Rojnameya Tarafê bi navnîşana "Li hemberî DAÎŞê Operasyona Mezin a Bejahî" babetek belav kiriye û diyar dike ku 7 hezar ê 500 Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê bi piştgiriya Hêzên Hevpeyman ji bo rizgarkirina Şingalê li dijî çekdarên DAÎŞê dest bi operasyoneke  berfireh kirin.

Rojnameya Akşamê jî manşeta "Pêşmerge Li Sîncarê Ne" operasyon bo xwendevanên xwe veguhest. Di dûmahîka nûçeya xwe de jî ragehand ku Pêşmergeyên Kurdistanê li dijî terorîstên DAÎŞê ji alîkî ve êrîşên dijwar dikin ji alîkî din ve jî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê operasyonên asimanî pêk tîne û heta niha DAÎŞ 40 caran hatiye bombebarankirin.

Rojnameya navdar a Tirkiyeyê Mîllîyetê jî navnîşaneke bi wate bikaranî û got riya Reqa û Mûsilê ji Sîncarê derbas dibe. Milliyetê diyar ku piştî êrîşên Pêşmergeyan rêyên Mûsil û Raqqayê ya ku di destê DAÎŞê de bû hat birîn.

Rojnameya Hurrîyetê ragehand ku Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê di gel şervanên Êzdî ji 3 aliyan ve êrîşê DAÎŞê dikin û Şingal ber bi rizgarbûnê ve diçe. Herwiha Rojnameya Yenîçagê jî dibêje DAÎŞ Şingalê bicîh dihêle û Pêşmerge dikevin Şingalê.

Rojnameya Cumhuriyetê bi navnîşana ``Pêşmerge bi Piştevaniya Emerîkayê li Şengalê ne`` derket û got 7 hezar û 500 Pêşmergeyên Kurdistanê di gel şervanên Êzdî ketin Şengalê.

Şingal, qezayeke ser bi parêzgeha Nînowa (Mûsil) ye û dikeve rojavayê Başûrê Kurdistanê. Piraniya daniştvanên wê Kurdên Êzdî ne. Di 3ê Tebaxa 2014an de çekdarên DAIŞê êrîşî qezayê kirin û ji wê demê ve dest danîbûn ser. Ji wê rojê ve nêzîka 5 hezar welatiyên sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin û heta niha jî çarenivîsa wan nediyar e.

Doh operasyona azadkirina Şingalê bi beşdariya 7 hezar û 500 Pêşmerge û alîkariya firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî dest pê kir û îro ji şar aliyan ve Pêşmerge ketin nav Şingalê û Alaya Kurdistanê li navenda qezayê hat bilindkirin. Herwiha di operasyonê de zêdeyî 100 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.