Kerry, ji Pêşmergeyên Kurdistanê piştrast e

Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry, ragehand ku Hêza Pêşmerge hêzeke xwedan şiyan e û di wê baweriyê de ne ku dê Şingalê azad bikin.

Kerry, ji Pêşmergeyên Kurdistanê piştrast e
Kerry, ji Pêşmergeyên Kurdistanê piştrast e

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry, ragehand ku Hêza Pêşmerge hêzeke xwedan şiyan e û di wê baweriyê de ne ku dê Şingalê azad bikin.

Di hevpeyvînekê de ligel kanala CNNê John Kerry diyar kirk u herçiqas çekdarên DAIŞê li nav Şingalê ne, lê ew piştrast in ku Hêza Pêşmerge hêzeke xwedan şiyan e û dikare DAIŞê têkbişkîne.

Kerry got: "Em bi rêya êrîşên esmanî beşdarî wê operasyonê bûn, lê em piştrast in ku dê Şingal were azadkirin." Kerry, derbarê stratejiya Amerîkayê li beramberî DAIŞê wiha axifî: "Stratejiyeke me ya zelal û eşkere heye, Serok Obama ji destpêkê ve got ku em dê DAIŞê jinav bibin, soza wê yekê jî da ku aramiyê vegerîne welatên deverê. Wek Sûriye, Lubnan û Urdinê. Herwiha em dê çareseriyeke siyasî jî bo pirsgirêkan bibînin."

Şingal, qezayeke ser bi parêzgeha Nînowa (Mûsil) ye û dikeve rojavayê Başûrê Kurdistanê. Piraniya daniştvanên wê Kurdên Êzdî ne. Di 3ê Tebaxa 2014an de çekdarên DAIŞê êrîşî qezayê kirin û ji wê demê ve dest danîbûn ser. Ji wê rojê ve nêzîka 5 hezar welatiyên sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin û heta niha jî çarenivîsa wan nediyar e.

Doh operasyona azadkirina Şingalê bi beşdariya 7 hezar û 500 Pêşmerge û alîkariya firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî dest pê kir û îro ji çar aliyan ve Pêşmerge ketin nav Şingalê û Alaya Kurdistanê li navenda qezayê hat bilindkirin. Herwiha di operasyonê de zêdeyî 100 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.