Operasyona Şingalê li Tirkiyê jî deng veda

Operasyona Şingalê, ne tenê wek operasyoneke leşkerî, herwiha wek operasyoneke ku dê bibe mînakeke bingehîn bo Rojhilata Navîn, hat nirxandin.

Operasyona Şingalê li Tirkiyê jî deng veda
Operasyona Şingalê li Tirkiyê jî deng veda

K24 – Enqere

Operasyona Şingalê, ne tenê wek operasyoneke leşkerî, herwiha wek operasyoneke ku dê bibe mînakeke bingehîn bo Rojhilata Navîn, hat nirxandin.

Parlamenterê HDPê Mithat Sancar diyar kir ku ew operasyona rizgarkirina Şingalê ji nêzîk ve dişopînin û di demeke kurt de dê Şingal ji hovîtiya DAIŞê xelas bibe.

Sancar tifaqa Pêşmergeyan a bi hêzên din wekî tifaqeke mezin a li dijî polîtîkayên komkujiyê nirxand û ev yek wek mînake aştiyê anî ziman: “Em dikarin ji vê operasyona ku bi tifaqê pêk tê wekî mînaka aştiya rojhilata navîn binirxînin. Ango operasyona Şingalê bi xwe ne operasyoneke leşkerî ye. Ev operasyon peyamên girîng ên siyasî dide. Rizgarîbûn ew e ku komên cihê bawerî bi hev re têbikoşin û bi hev re bijîn. Ev operasyon jî di vî warî de pêngaveke girîng e.”

Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen, Şingal wekî navendeke pîroz nirxand û got azadî bo hemû gelê Rojhilata Navîn û bo hemû misilmanan wekî deynekî ye: “Rizgarkirina Şingalê ne tenê têkoşîneke bo desthilatdariya siyasî.  Rizgarkirina Şingalê, ji bo aştiya civakî , ji bo rêzgirtina li baweriyan, ji bo jiyaneke bi hev re ya hemû olên cuda yên Rojhilata Navîn gelekî girîng e. Heger aştî li Şingalê serwer bibe, bi taybetî ji aliyê îslamê ve, li dijî baweriyên cûda êrîş pêk nayên, ew ê rewşeke gelekî girîng derkeve holê. “

Siyasetmedaran, hêvî kirin ku operasyona rizgarkirina Şingalê asoyeke nû li ber Tirkiyeyê veke ku polîtîkayên xwe yên Rojhilata Navîn ji nû ve diyar bike.