Pentagon: Hêzên me li ser erda Şingalê alîkarî didan Pêşmergeyan

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Şingal bi temamî kontrol kirine.

Pentagon: Hêzên me li ser erda Şingalê alîkarî didan Pêşmergeyan
Pentagon: Hêzên me li ser erda Şingalê alîkarî didan Pêşmergeyan

K24- Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergirî ya Amerîka (Pentagon) radigehîne ku hêzên wan li ser erdê alîkariya Pêşmerge di azadkirina Şingalê de dikirin.

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê îro, 13ê Mijdarê, qeza Şingalê ji çekdarên DAIŞê paqij kirin, piştî ku duh operasyona azadkirina navçeyê bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd barzanî, dest pê kiribûn.

Berdevkê Pentegon, Peter Cook di daxuyaniyekê de ji televîzyona CNN a Amerîkî re ragehand ku, şêwirmendên wan ên leşkerî li ser erdê alîkariya Hêzên Pêşmerge dikirin û zanyarî didan firokeyên hevpeymanan.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Herêm Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, Mesûd Barzanî di konferenseke rojnamevaniyê de li Şingalê spasiyeke taybet ji Amerîka û hêzên hevpeymanan re şand, ji bo alîkariya wan a bi bandor ji Pêşmergeyan re.

Operasyona azadkirina Şingalê bi beşdariya 7 hezar û 500 Pêşmergeyî hatibû dest pê kirin.