Li Amedê meşek bo piştgîriya Farqînê birêve diçe

Li Amedê meşek bo rakirina qedexeya li ser Farqînê, Partiya Herêmên Demokratîk meşek birêve bir.

Li Amedê meşek bo piştgîriya Farqînê birêve diçe
Li Amedê meşek bo piştgîriya Farqînê birêve diçe

K24 – Amed

Li Amedê meşek bo rakirina qedexeya li ser Farqînê, Partiya Herêmên Demokratîk meşek birêve bir.

Partiya Herêman a Demokratîk DBPê ji ber ku qedexeya derketina jiderve ya li navçeya Fargîn a Amedê protesto bike îro 13 Mijdarê, li bajarê Amedê meşek li dar xist. Hevserokê bajêr yê DBPê Alî Şîmşek bertek xwest ku aliyên demokratîk li hemberî pevçûnên li Farqînê bêdeng nemînin.

Bi hezaran welatiyên Amedî, îro li sietên piştî nîvro li ber derê DBP'ê gihan hev û ber bi Parka Koşuyolu'yê ve meşîyan. Li parkê mîtîngek hat li dar xistin û parlementerê Amedê yê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Ziya Pîr û rayedarên DBPê axivîn.

Hevserokê DBPê yê Amedê Alî Şîmşek got, "Farqîn dilê Amedê ye; Amed jî dilê Kurdistanê ye. Li ser dilê Kurdistanê ev 10 roj in ku bênavber êrîş têne kirin."

Piştî axaftinan girseya gel bi diruşmên wek "Bijî Berxwedana Farqînê, Farqîn ne tenê ye." berz kirin û belav bûn.