Kurdistan24
Nivîskar
“Xwînrêjê DAIŞê” hat kuştin
Çendîn dîlên biyanî yên di destê DAIŞê de serjêkiribû
K24- Navenda Nûçeyan
Di operasyoneke esmanî ya Brîtanî de, “Xwînrêjê DAIŞ” yê bi navê Jon li Reqayê hat kuştin.
Şeva borî, 12ê Mijdarê, firokeyên Brîtanî operasyonek li dijî otomobîleke serkirdeyên DAIŞê li Reqaya Sûriyê encam da.
Li gor berpirsên Amerîkî, Brîtanî û Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan, yek ji 4 serkirdeyên DAIŞê yê di otomobîla armanckirî de “xwînrêjê” rêxistinê yê bi navê “cîhadî Jon” bû.
Lê heta niha Amerîka û Brîtanya ji kuştina “Jon” bi temamî ne piştrast in, lê Rewangeha Sûrî nûçya kuştina wî belav kiriye.
“Cîhadî Jon” yê bi navê “xwînrêjê DAIŞê” tê naskirin, di yekemîn vîdyoya serjêkirina dîlkiriyekî de derketibû.
Jon ku navê wî yê rastî Mihemed Amozay ye, her yek ji dîkliriyên biyanî: Steven Sotloff, James Foley, Abdul Rahman Kaseg, David Haynes, Alan Henning û Kenji Goto, serjêkiribû.