Talebanî diçe Almanyayê

“Rewşa wî roj bi roj baştir dibe” û roja vegera wî ji Almanyayê jî ne diyar e.

Talebanî diçe Almanyayê
Talebanî diçe Almanyayê

K24- Navenda Nûçeyan

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Celal Talebanî bo mebesta karûbarên tenduristî serdana Almanyayê dike.

Nivîsgeha Celal Talebanî di daxuyaniyekê de ragehand ku, dê navborî sibe, 14ê Mijdarê, ji bo mebesta encamdana karûbarên tenduristî serdana Almanyayê bike.

Mam Celal roja 17.12.2012’an li bajarê Bexdayê krîza mêjî derbas kir û nexweş ket, piştî du rojan li nexweşxaneyeke Bexdayê ma, bo nexweşxaneyeke Almanyayê hat veguhestin.

Roja 19ê Tîrmeha sala borî, Talebanî vegeriya Herêma Kurdistanê û tîmên pizîşkî berdewam çavdêriya rewşa wî li malê li Silêmaniyê dikirin.

Di daxuyaniyê de hatiye jî ku, dê Talebanî piştî çend rojan vegere Herêma Kurdistanê.

Derbarê rewşa wî ya tenduristî de jî hatiye ku, niha rewşa wî roj bi roj baştir dibe.