Putin: Em bi Artêşa Azad re hevahengiyê dikin

Rûsya dibêje ku firokeyên wê armancên ku Artêşa Azad jê re diyar kirine bombebaran dike.

Putin: Em bi Artêşa Azad re hevahengiyê dikin
Putin: Em bi Artêşa Azad re hevahengiyê dikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Rûsya dibêje ku firokeyên wê armancên ku Artêşa Azad jê re diyar kirine bombebaran dike. 

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro 13 Mijdarê ji Ajansa Interfax a Rûsî re ragehand ku, firokeyên Rûsyayê armancên ku Artêşa Azad jê re nîşan dane bombebaran kirine, ev yek jî tê wateya ku ti carî firokeyên Rûsyayê li pêgehên Artêşa Azad nedane.

Rûsyayê ji 30 Îlona borî de dest bi êrîşên xwe li Sûriyê li dijî DAIŞê kir, lê welatên rojava û opozîsyona Sûriyê dibêjin ku, firokeyên Rûsî navçeyên opozîsyonê bombebaran dikin.

Putin got jî, ku Rûsya hevahengiyê bi Artêşa Azad re  dike û amade ne ku her agahiyeke durist derbarê cih û pêgehên rêxistinên terrorist ji Artêşa Azad wergirin.

Putin berya civîna G20 ya ku di 15 vê mehê de dê li Tirkiyê birêve biçe, amaje kir ku, ji Rûsyayê re karînên aborî û teknolojî hene ji bo berdewamiya êrîşên xwe li Sûriyê bike heger Artêşa Azad bixweze.

Putin tekezî li helwêsta welatê xwe kir ku, ew pêşeroja siyasî û çarenivîsa Serokê Sûriyê Beşar Esed bi opozîsyonê re guftûgo nakin, ji ber ku ew pirsgirêk girêdayî gelê Sûriyê ye.