Kurdistan24
Nivîskar
Hêza Sûriyeya Demokratîk bajarokê Holê rizgar dike
Hêza Sûriyeya Demokratîk bajarokê Holê ji çekdarên DAIŞê rizgar dike.
K24 – Hesekê
Hêza Sûriyeya Demokratîk bajarokê Holê ji çekdarên DAIŞê rizgar dike.
Hêza Sûriyeya Demokratîk îro 13 Mijdarê di daxuyaniyekê de ragehand ku, wan bajarokê Holê yê dikeve rojhilata Hesekê rizgar kir.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku di 12ê Cotmeha borî de hat avakirin, hewil dide ku çekdarên DAIŞê ji navçeyên derdora Hesekê bi temamî derbixe.
Di 11 vê mehê de jî gundê Xatûniyê û Gola wê yên li başûrê Hesekê ji çekdarên DAIŞl hatin paqijkirin.
Daxuyaniyê amaje kir ku, bi dehan ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 3 çekdar jî dîl girtin, herwiha gelek çek û teqemenî desteser kirin.
Azadkirina Holê hevdemî rizgarkirina qeza Şingalê ji aliyê Pêşmergeyên Kurdistanê ve tê.