Kurdistan24
Nivîskar
Hêza Pêşmerge otombîleke bombebarkirî desteser dikin
Pêşmergeyên Kurdistanê otombîleke bombebarkirî yê DAIŞê berya teqandina wê desteser kirin, çakdarên tê de jî dîl girtin.
K24 – Şingal
Pêşmergeyên Kurdistanê otombîleke bombebarkirî yê DAIŞê berya teqandina wê desteser kirin, çakdarên tê de jî dîl girtin.
Peyamnêrê K24ê îşev 13 Mijdarê ragehand ku çekdarên DAIŞê li Şingalê xwastin ku bi otombîleke bombebarkirî êrîşî Hêza Pêşmerge bikin, lê berya gehêştina aramanca xwe, Hêza Pêşmerge karîn wê otombîlê kontrol bikin.
Her Li gor peymnêrê me jî ku ew 3 çekdar, Kurd bûn û Pêşmergeyan ew dîl girtin.
Operasyona azadkirina Şingalê duh, 12ê Mijdarê, serê sibehê bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Gitşî yê Hêzên Çekdar, Mesûd Barzanî û bi beşdariya 7 hezar û 500 Pêşmergeyên Kurdistanê dest pê kiribû.