Li nêzîk Şingalê 2 keçên Êzdî ji dest DAIŞê reviyan

Pêşmerge karûbarên pêwîst kirine bo ku ew keç bigehin malbatên xwe

Li nêzîk Şingalê 2 keçên Êzdî ji dest DAIŞê reviyan
Li nêzîk Şingalê 2 keçên Êzdî ji dest DAIŞê reviyan

K24- Şingal

Peyamnêrê K24 li Şingalê got ku, 2 keçên Kurdên Êzdî ji dest çekdarên DAIŞê reviyan û xwe radestî Pêşmerge kirin.

Her du keçên Kurdên Êzdî ji gundekî di bin destê DAIŞê de li nêzîk Şingalê reviyan e û xwe gehandine qezayê û radestî Pêşmerge bûn.

Şingal îro, 13ê Mijdarê, ji aliyê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve hatiye rizgarkirin û niha bi temamî di bin kontrola wan de ye.

Li gor agahiyên peyamnêrê me, Pêşmergeyan karûbarên pêwsît kirine ji bo ku her du keç bigahin malbatên xwe.

Dema DAIŞ derbasî Şingalê bû, di 3yê Tebaxa 2014an de, gelek Kurdên Êzdî dîlkirin û heta niha jî çarenivîsa hejmarek ji wan ne diyar e.