Kerry: Rojên DAIŞê hindik mane

Wezîrê Derve yê Amerîkayê dibêje ku rojên rêxistina DAIŞê hindik mane.

Kerry: Rojên DAIŞê hindik mane
Kerry: Rojên DAIŞê hindik mane

K24 – Navenda Nûçeyan 

Wezîrê Derve yê Amerîkayê dibêje ku rojên rêxistina DAIŞê hindik mane.

Werzîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry îro 13 Mijdarê, di konferanseke rojnamevanî de ragehand ku, tevî çekdarên DAIŞê xwe diparêzin, lê ew bi bawer e ku di rojên pêş de hemû deverên Şingalê rizgar dibin.

Kerry ku bi serdanekê li Tonisê ye got jî ku êrîşên wan li Reqayê jî li dijî DAIŞê berdewam in. piştî armanckirina “John yê xwînrêj” Kerry got jî ku rojên wê rêxistinê jî hindik mane.

Duh 7 hezar Pêşmerge bi piştevaniya firokeyên Hevpeymiya Niştimanî bi serpiriştiya Amerîkayê, dest bi operasyona kontrolkirina Şingalê kirin.

Îro jî, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ji ser Çiyayayê Şingalê azadkirina wê qezayê ragehand.