Destrêwerdana Rûsyayê di Sûriyê de dibe metirsî ji Îranê re

Wezîrê Îstixbaratê yê Îranê radehîne ku destêwerdana Rûsyayê ji Sûriyê re dibe gefek li ser asayişa netewî yê Îranê.

Destrêwerdana Rûsyayê di Sûriyê de dibe metirsî ji Îranê re
Destrêwerdana Rûsyayê di Sûriyê de dibe metirsî ji Îranê re

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Îstixbaratê yê Îranê radehîne ku destêwerdana Rûsyayê ji Sûriyê re dibe gefek li ser asayişa netewî yê Îranê.

Wezîrê Îstixbaratê yê Îranê Mehmûd Alwî îro 13 Mijdarê di kongireke rojnamevanî de ragehand û ajansa “ISNA”  belav kir ku, “Operesyonên Rûsyayê li Sûriyê dibe sedemek ku dijminên Îranê lê gur bibin.”

Hat ragehandin ku bi dehan kes ji 40 grûpên “Teroristî” li parêzgehên Ehwaz, Biloçistan, Gulistan, Mazindiran û Tehranê tevî 20 kesan ji parêzgeha Kurdistanê li ser sînorê Îranê hatin girtin ku dixwastin derbasî Iraq û Sûriyê bibin, hatin girtin.

Nakokiyên Îran û Rûsyayê derbarê Sûriyê de li vê dawiyê derdikevin holê, piştî ku Mosko rola Tehranê li Sûriyê piştguh dike, bi taybet jî derbarê çarenivîsa Serokê Sûriyê Beşar Esed, ku Îran ji ber pêşeroja xwe li Sûriyê di metirsiyê de ye.

Li gor malpera “TABNAK” ya ji Serokê berê yê Pasdarên Îranê Mihsin Rizayî nêzîk ku raportek belav kir û tê de xuya dike ku pêwendiyên Rûsyayê bi opozîsyona Sûriyê ne di berjewndiyên Îranê de ne.

Ji destpêka kirîza Sûriyê de Îran bi Hêza Pasdarên Îranê û milîşyatên Iraqî û Efxanistanî û Hizbulaha Libnanî piştevaniya Esed li dijî opozîsyona Sûriyê dike.