Farqîn di rojeva Meclîsa Tirkiyeyê de ye

Opozîsyon dibêje li Farqînê şer heye. Lê endamên hikûmetê dibêjin ne şer e lê operasyoneke li dijî terorê heye û parlamenterên HDPê tawambar dikin.

Farqîn di rojeva Meclîsa Tirkiyeyê de ye
Farqîn di rojeva Meclîsa Tirkiyeyê de ye

K24 – Enqere

Operasyonên li Farqînê 12 roj in berdewam in. Li Parlamentoya Tirkiyeyê rojeva parlamenteran bûyerên li Farqînê bû. Opozîsyon dibêje li Farqînê şer heye. Lê endamên hikûmetê  dibêjin ne şer e lê operasyoneke li dijî terorê heye û parlamenterên HDPê tawambar dikin.

Şerê li Farqînê li Parlamentoya Tirkiyeyê bû cihê niqaşên tund. Parlamenterê CHPê yê Enqerê Murat Emir rêbazên hêzên ewlehiyê rexne kirin û got divê zirar negihe sivîlan: “Li wê derê operasyonek heye. Lê belê di wê operasyonê de divê hêzên ewlehiyê hay ji binpêkirina mafên mirovan hebin.”

Hikûmet jî bûyerên li Farqînê wekî şer qebûl nake û parlamenterên HDPê sûcdar dike. Di vê derbarê de Parlamenterê AK Partiyê yê Mêrdînê Orhan Mîroglu got: “Komeke ku li Parlamentoyê nûnertiya wê heye, dagirkeriya Farqînê a ji aliyê komên çekdar ve wekî berxwedanekê bi nav dike, ev rewşeke gelekî xeternake.”

Ji aliyê din ve Parlamenterê HDPê yê Merdîn Mithat Sancar diyar kir ku li Farqînê polîtîkayên ne mirovane û ne hiqûqî tên peyrewkirin û wiha bersiv da Miroğlu; “Eger birêz Miroğlu bixwaz e bila were em bi hev re biçin. Li wê derê çi diqewime, hêzên ewlehiyê çi dikin, em bi hev re bibînin. Kî di bin navê Tîmên Taybet bi kîjan cil û bergan û çekan li nav kolanan digerin, kolanên bajêr di çi rewşê de ne, em bi hev re rapor bikin û bila çapemenî jî li gel me be.”

Li Farqîna Diyarbekirê rewşeke metirsîdar heye, ji ber şer û pevçûnên li nav bajêr ku ev demeke dirêj e berdewam in gelek welatiyên siwîl canê xwe ji dest didin û roj bi roj bajar vala dibe. Tê ragihandin ku heta niha nêzîka 20 hezar welatiyan koç kiriye.