Partiyên siyasî: Bi şer û aloziyan çareserî nayên dîtin

Partiyên siyasî û saziyên sivîl, ji bo rawestandina aloziyên li Bakûrê Kurdistanê, daxwaz kirin ku pirsgirêk bi rêbazên aştiyane bên çareser kirin.

Partiyên siyasî: Bi şer û aloziyan çareserî nayên dîtin
Partiyên siyasî: Bi şer û aloziyan çareserî nayên dîtin

K24 – Diyarbekir

Partiyên siyasî û saziyên sivîl, ji bo rawestandina aloziyên li Bakûrê Kurdistanê, piştî wêya li Farqîn a Navçeya Diyarbekirê ku 12 roj e derketina kolanan qedexe ye lêkolîn kirin û ragehandin ku alozî li ser jiyana welatiyan xeteriyên mezîn bi xwe re tînin û daxwaz kirin ku pirsgirêk bi rêbazên aştiyane bên çareser kirin.

Şanda ku ji Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Figen Yuksekdag û Hatib Dicle û parlamenteran pêk dihat, doh li Farqînê diyar kirin ku ew piştgiriya berxwedana li Farqînê dikin û divê dewlet ji polîtîqayên bi darê zorê kontrolkirinê navçeyê berde.

Hevseroka HDPê Figen Yuksekdag dazanîn ku, dema mirov li dîmenê Farqînê temaşe dike, wiha dizane Gazeya di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye û got ku ew piştgiriya helwesta gelê Kurd ya xwe birêvebirinê dikin.

Hevserokê KCDê Hatîb Dicle jî,  îdîa kir ku mana dewleta Tirk li Kurdistanê ne rewa ye: "Ger ku Dewletek li erdnigariyekê, bes bi rêbazên bi darê zorê û bikaranîna hêzên tund hebe, hebûna wê dewletê li wê erdnigariyê êdî ne rewa ye."

Şanda Serokên BAROyên Bajarên Bakûrê Kurdistanê jî piştî ku li Farqîne hevdîtin kirin ragihandin ku, mafê tu kes û dewletekê nîne jiyana welatiyan 10 rojan asteng bike û xwestin di nav 2 rojan de li Farqînê qedexe werin rakirin.

Derbarê mijarê de Serokê BAROya Diyarbekirê Tahîr Elçî got: "Piştî ku me hevdîtinan kirin em hê bi hêvî ne, dengên çek û bombeyan îro ji duhî kêmtir bû û em îro bêhtir bi hêvîne ku pêşketinên erênî çêbibin."

Şandeka Partiya Komarî ya Gel (CHP) Jî li Farqînê ragehand, bi şêwazên ku dewlet peyrew dike û operasyonan pirsgirêk çareser nabin û divê PKK jî çekdarên xwe ji nav jiyana sivîl vekişîne.

Cîgire Serokê CHPê yê Diyarbekirê Mehmûd Şevketoglû li ser mijarê wiha axifê: "Bûyer û qeyranên li vir pêktên li derveyî rojeva Tirkiyeyê dimînin, em dixwazin çavdêriyên ku me li vir bidest xistine bişînin navenda partiyê û bi vî awayî balê bikşînîn ser, tundiyên li vir."

Li gor agahiyên dawî li Farqînê alozî û tundî rawestiyabin jî qedexe didome.  Lê ger proseyeka bi rêbazên aştiyane daku pirsgirêk bên çareser kirin neyê peyda kirin, metirsiya dûbarebûna heman bûyeran li navçeyên din jî heye.