Kurdistan24
Nivîskar
Çekdarên Heşdî Şeebî malên Kurdan dişewitînin
Li bajarokê Xurmatû çekdarên Heşdî Şeebî ser bi Şîeyan çend malên Kurdan şewitandin û Esayîbî Ehlî Heq jî gefan li Kurdan dixwe.
K24 – Xurmatû
Li bajarokê Xurmatû çekdarên Heşdî Şeebî ser bi Şîeyan çend malên Kurdan şewitandin û Esayîbî Ehlî Heq jî gefan li Kurdan dixwe.
Li Taxa Hey Eskerî ya bajarokê Xurmatû (70 km başûrê Kerkûk), doh çekdarên Heşdî Şeebî êrîşî çend malên Kurdan kirin û şewitandin, lê belê heta niha nayê zanîn ka gelo ziyanên canî hene yan na.
Her doh (13.11.2015) Turkmenên wî bajarokî hewl dan ku çend malên Kurdan bişewitînin lê belê rê li wan hat girtin.
Bajarokê Xurmatû du beş e, piraniya daniştvanên aliyê rojhilat Turkmenên Şîe ne û hinek Kurd jî lê hene, piraniya aliyê rojava jî Kurd in û zêdetir pirsgirêk ji wan malan re tên derxistin ku di nav Turkmenan de ne.
Ji aliyekî din ve Berdevkê Leşkerî yê Esayîbî Ehlî Heq Cewad Tilîbawî, derbarê şer û aloziyên ku li Xurmatû di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên Heşdî Şeebî de qewimîn, gef li Kurdan xwarin û got ku Esayîbî Ehlî Heq li benda danûstandinê ye û eger Kurdan tu bersivek neda, ew dê bi tundî bersiv bidin.