Heft êrîşên cuda Fransa hejandin

ku 5 terorîstan êrîşê "Stade de France" kirine û di encam de 120 kes hatin kuştin û 200ê din jî birîndarbûn.

Heft êrîşên cuda Fransa hejandin
Heft êrîşên cuda Fransa hejandin

K24 - Navenda Nûçeyan

Li Fransayê di encama 7 êrîşên cuda de 140 kes hatin kuştin serokê wî welatî jî  rewşa awarte ragehand.

Dozgerê Giştî yê Parîsê Francois Mullins duh,13ê Mijdarê ragehand ku 5 terorîstan êrîşê "Stade de France" kirine û di encam de 120 kes hatin kuştin û 200ê din jî birîndarbûn.

Ji aliyeke din ve Polîsên Fransayê eşkere kirin ku 4 ji wan terorîstan êrîş birne ser navenda Bataclanê ya şanoyê jî û sê ji wan êrîşan xwekujî bûne.

Serokê Fransayê Francois Hollande piştî ragehandina  rewşa awaret û li pêşiya navenda Bataclanê ya şanoyê got: "Pêwîstiya me bi yekgirtin û aramiyê heye." Herwiha  daxwaza alîkariyeke leşkerî kir û biryar da ku hezar û 500 leşker li nava bajarê Parîsê werin belav kirin."

Êrîşa Fransayê bû sedema kervedanên cuda

Serokê Amerîkayê Barak Obama ew êrîş şermezar kir û got: "Êrîşên Parîsê mirovayetî û cîhan hemû kirye armanc. Ew êrîş hawildaneke daku jiyana welatiyên sivîl bikeve metrsiyê."

Serokwezîrê Brîtanyayê David Cameron jî li ser Tiwittera xwe diyar kiriye ku ji tişta li Fransayê qewimiye matmayî maye û welatê wî amade ye ku hemû alîkariyeke pêwîst bike.

Ji aliyê xwe ve jî Serokwezîra Almanya Angela Mekel xemgînî û dilgiraniya xwe derbarê bûyerê de anî ziman û got: "Di vê demê de hemû hestên min bi malbatên cangoriyan re ye."

Ji New Yorkê jî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban ki-Moon duh, 13ê mijdarê êrîşên Firansayê wek êrîşeke metirsîdar bi nav kir û got ku ew bi gelê wî welatî re ne.

Herwiha her yek ji Rûsya û Çînê jî sersaxî û aramî ji Serok û gelê Firansayê re xwestin û daxwaza berdana hemû dîlan ji aliyên çekdaran ve kirin.

Êrîşa Fransayê ji aliyê her yek ji Imarata Erebî, Erbistana Siûdî, Qeter, Urdin, Misr û Kuwêt ve jî hat şermezar kirin.