Partiyên Kurdî daxwaza çareserkirina pirsa Kurd dikin

Şeş partî û rêxistinên siyasî yên Bakurê Kurdistanê bi daxwiyneke hevpar, rewşa dawî ya li Bakûrê Kurdistanê nirxandin. Di destpêka daxuayniyê de, rizgarkirina Şengalê jî bi kêfxweşî hat pîroz kirin.

Partiyên Kurdî daxwaza çareserkirina pirsa Kurd dikin
Partiyên Kurdî daxwaza çareserkirina pirsa Kurd dikin

K24 – Diyarbekir

Şeş partî û rêxistinên siyasî yên Bakurê Kurdistanê bi daxwiyneke hevpar, rewşa dawî ya li Bakûrê Kurdistanê nirxandin. Di destpêka daxuayniyê de, rizgarkirina Şengalê jî bi kêfxweşî hat pîroz kirin.

Li ser navê Partiya Soyalist a Kurdistan (PSK), Partiya Azadiya Kurdistan (PAK), Partiya Demokratîk a Kurdistan Bakûr (PDK-Bakur), Însiyatifa Azadî û PDK Tirkiye (PDK-T), Serokê PDK Bakûr Sertaç Bucak ragehand ku divê li Bakûrê Kurdistanê, çek bên rawestandin daku bi rêbazên diyalog û danûstandinan pirsa Kurd bikare were çareser kirin.

Bûcak, bang li Dewleta Tirk kir ku operasyonan bide rawestandin û bi rêbazên ewlekarî û leşkerî li çareseriyan negere. Herwiha bang li PKKê jî kir ku çekan bide rawestandin daku bi rêbazen aştiyane û diyalogê Kurd bikaribin li çareseriyan bigerin.

Bucak bal kişand ser wê yekê ku di bin dengên çekan û bombeyan de tu çareserî nikarin bên peyda kirin û xwest ku rawestandina şer bi PKKê re, çareseriya Kurd û Kurdistan li Bakurê Kurdistanê jî bi hemû aliyên Kurdan re were gotûbêj kirin.

Sertaç Bûcak di destpêka daxwiyaniyê de, pîrozbahî li hêzên Pêşmerge û serperiştên wan kir ku Şingalê ji destê rêxistina terorîst DAÎŞê rizgar kirine.