Şêx Cafer gefan li Heşdî Şeebî dixwe

Fermandeyê Hêza 70ê ser bi Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê peyameke tund da Heşdî Şeebî û got ku ew serserîtiyê ji kesî qebul nakin.

Şêx Cafer gefan li Heşdî Şeebî dixwe
Şêx Cafer gefan li Heşdî Şeebî dixwe

K24- Xurmatû

Fermandeyê Hêza 70ê ser bi Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê peyameke tund da Heşdî Şeebî û got ku ew serserîtiyê ji kesî qebul nakin.

Fermandeyê Hêza 70ê ser bi Wezareta Pêşmerge Şêx Cafer Şêx Mistefa, 13ê Mijdarê li ser Facebooka xwe nivîsandibû ku ew qebûl nakin kes zordariyê li miletê Kurd bike.

Derbarê  metrisiyên li ser mal û milkên Kurdan li bajarê Xurmatû Şêx Cafer, da zanîn ku wan hêzeke Pêşmerge şandiye wî bajarokî bo parastina mal û milkê Kurdan û eger neçar man Pêşmerge amade ne şer bikin û bi derbeyên giran bersiva wan bidin.

Piştî aloziyên qezaya Xurmatû ya ser bi Kerkûkê û derketina şer di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên Heşdî Şeebî de, şevê din Şêx Cafer li ser pêgeha xwe ya Facebookê ev peyama dijwar da Heşdî Şeebî ya Şîeyan.

Roja 12ê Mijdarê li bajarokê Xurmatû şer di navbera Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê û çekdarên Heşdî Şeebî de derket û heta niha jî ew şer berdewam e.

Ji aliyekî din ve li Taxa Hey Eskerî ya bajarokê Xurmatû (70 km başûrê Kerkûk), doh çekdarên Heşdî Şeebî êrîşî çend malên Kurdan kiribûn û şewitandin, lê belê heta niha nayê zanîn ka gelo ziyanên canî hene yan na.

Bajarokê Xurmatû du beş e, piraniya daniştvanên aliyê rojhilat Turkmenên Şîe ne û hinek Kurd jî lê hene, piraniya aliyê rojava jî Kurd in û zêdetir pirsgirêk ji wan malan re tên derxistin ku di nav Turkmenan de ne.