Amerîka jêderên aborî yên DAIŞê dike armanc

di encam de piraniya wan zeviyan têkçûne.

Amerîka jêderên aborî yên DAIŞê dike armanc
Amerîka jêderên aborî yên DAIŞê dike armanc

K24-Navenda Nûçeyan

Amerîka operasyonên xwe yên li dijî çekdarên DAIŞê  birine ser zeviyên petrolê yên li parêzgeha Dêrazorê yên di bin destê DAIŞê de.

Berdevkê Wezareta Bervaniyê ya Amerîkayê Steve Waren duh, 13ê Mijdarê ragehand ku Hevpeymaniya Navdewletî niha dest bi opersyonên xwe yên dijî zeviyên petrolê yên di bin kontrola çekdarên DAIŞê de kirine û di encam de piraniya wan zeviyan têkçûne.

Waren da zanîn ku birîna jêderên aborî yên rêxistina DAIŞê dê têkbirina wê bileztir bike.

Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîkayê di 19ê Îlona 2014an de dest bi operasyon û êrîşên xwe yên dijî rêxistina DAIŞê li Iraqê kirin.