Li Stenbolê çandên cuda digihin hev

10emîn Fuara Çandên Hemdemî Contemporary Stenbol ku her sal bi deh hezaran hûnerhez serdana wê dikin, dest pê kir.

Li Stenbolê çandên cuda digihin hev
Li Stenbolê çandên cuda digihin hev

K24 - Stenbol

10emîn Fuara Çandên Hemdemî Contemporary Stenbol ku her sal bi deh hezaran hûnerhez serdana wê dikin, dest pê kir. Îsal, hunermendên ku ji 24 welatan hatine fuarê wê bi hezaran berhemên xwe pêşkêşî hunerhezan bikin.

Fuara Çandên Hemdemî Contemporary Stenbol  li seranserî cîhanê yek ji fuara hunerê  ya herî mezin e. Di vê pêşangehê de, ji çar aliyên cîhanê, hunerên ji hev biqîmettir tên nîşandan. Her sal nezîka bi sed hezaran hûnerhez û berhevkar tên vê derê, û hem li fuarê digerîn,  hem jî hunerên giranbiha dikirin.

Di fuarê de 14 berhemên hûnermend nîgarkêşê Kurd ê binavûdeng  Ahmet Güneştekîn jî tên pêşandin. Güneştekin dibêje ez ji çîroka dengbêjan û ji mîtolojiya Kurdan sûdê werdigirim û digihînim îro: "Hûnera min li ser çanda min , li ser zimanê min e û  li ser baweriya min e. Ez li hûnermendên cîhanê nanêrim, ez li xwe dinêrim. Rêya min, zimanê min ez im, Kurdî ye."

Di pêşangehê de ji sedî 64ê galeriyan biyanî ne û ji Îtalyayê heta Japonyayê gelek berhem balê dikişînin. Mêvanê rûmetê yê îsal jî Tehran e. Nêzîka 100 berhemên ku çand û dîroka bi hezaran salî ya Îranê di nav xwe de dihewîne tên pêşandin.

Beşdar eleqeyeke mezin nîşanî berhemên Alî Ekber Sadeghî yê Îranî jî didin. Lawê Sadeghî Ashkan Sadeghî hem ji bo berhemên bavê xwe û hem jî mînakên çanda hemdemî yên Îranê bide naskirin hatiye fuarê.

Ashkan Sadeghiyê lawê Alî Ekber Sadeghî wiha dibêje: "Di vê galeriyê de motif û çirokên mîtolojîk a farisan, bi çanda Rojava ve hev û du hembêz dike. Mîna Stenbolê... Stenbol jî, bi erdnîgariye xwe di navbera rojhilat û rojavayê de ye. Me jî wek Stenbolê, her du çandên ji hev cûda anîn cem hev."

Berhemên li fuarê di navbera 2 û 70ê hezar dolaran de tên firotin.