Hêzeke Iraqî ber bi Xurmatû ket tevgerê

Hêzeke Iraqî ber bi qezaya Xurmatû ya Kerkûkê ket tevgerê û li bazgeheke Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê rê li wan hat girtin.

Hêzeke Iraqî ber bi Xurmatû ket tevgerê
Hêzeke Iraqî ber bi Xurmatû ket tevgerê

K24 – Xurmatû

Hêzeke Iraqî ber bi qezaya Xurmatû ya Kerkûkê ket tevgerê û li bazgeheke Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê rê li wan hat girtin.

Peyamnêrê K24ê li navçeya Xurmatû ragehand ku Firqeya 5 a ser bi Artêşa Iraqê ku wek Hêza Dîcle tê naskirin, ber bi Xurmatû ketiye tevgerê û li bazgehekî Hêzên Pêşmerge rê lê hatiye girtin û nehiştine biçin Xurmatû.

Herwiha da zanîn ku niha ew hêza Iraqî li Silêman Beg rawestiyane. Vê sibê (14.11.2015) firqeyeke ser bi Artêşa Iraqê ku wek Hêza Dîcle tê naskirin û ji 2 lîwayan pêk tê, ber bi Xurmatû ketin rê û niha li bazgeheke Pêşmergeyan hatine rawestandin bo aramkirina rewşê.

Piştî derketina şer û aloziyan di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên Heşdî Şeebî de li qezaya Xurmatû, serkirdayetiya Kurd û nûnerên wan li Bexda û navçeyê hewl didin ku rewşê aram bikin, lê belê bi çûna wê hêzê bo deverê rewş aloztir dibe.