Gundên derdora Qendîlê tên bombebaran kirin

"Di heman demê de wan firokeyan herdu gundên Êndize û Lêwje jî kirine armanc û bombebaran kirin."

Gundên derdora Qendîlê tên bombebaran kirin
Gundên derdora Qendîlê tên bombebaran kirin

K24- Çiyayê Qendîlê

Firokeyên şer ên Tirkiyê çend gûndên quntara  Çiyayê Qendîlê bombebaran kirin û heta niha jî ziyanên wê operasyonê nayên zanîn.

Peyamnêrê K24ê li quntara Çiyayê Qendîlê ragehand ku firokeyên şer ên Tirkiyê îro danê sibehê bargehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li quntara Çiyayê Qendîlê bombebaran kirine û got: "Di heman demê de wan firokeyan herdu gundên Êndize û Lêwje jî kirine armanc û bombebaran kirin."

Peyamnêrê K24ê da zanîn ku cudahiya opersyonên vê carê ji yên din ew e ku firokeyên Tirkiyê gundê Êndîze (173 km dûrî parêzgeha Silêmaniyê) bi xwe bombebaran kirin ku berî niha derdora wê dikirin armanc.

Şeva borî 13ê Mijdarê firokeyên Tirkiyê çend gundên quntara Çiyayê Qendîlê kirin armanc û bombebaran kirin. Wek tê zanîn opersyona şevê din a duyem e piştî hilbijartina Tirkiyê ku di 1ê Mijdarê de hatibû kirin.

Her du gundên Êndize û Lêwje ser bi nehya Sengeser a qezaya Ranyayê ya parêzgeha Silêmaniyê ne, ev çend car e bi hiceta hebûna bingeh û baregahên PKKê ew her du gund tên bombebaran kirin û di encam de jî ziyan digihe can û mal û milkê welatiyên wê deverê.