Welatiyên Kurd bi azadkirina Şingalê kêfxweş in

Bi Serpereştiya Serokê Herêma Kurdistan rizgarkirina Şingalê ji aliyê Pêşmergeyan ve, li Bakurê Kurdistanê jî bi şahî û dilxweşî hat pêşwazî kirin.

Welatiyên Kurd bi azadkirina Şingalê kêfxweş in
Welatiyên Kurd bi azadkirina Şingalê kêfxweş in

K24 – Diyarbekir

Bi Serpereştiya Serokê Herêma Kurdistan rizgarkirina Şingalê ji aliyê Pêşmergeyan ve, li Bakurê Kurdistanê jî bi şahî û dilxweşî hat pêşwazî kirin.

Welatiyan pîrozbahî li Pêşmerge û hêzên Kurd kirin û daxwaz kirin ku Kurd ji bo rizgarkirin hemû xaka Kurdistanê yekîtiyê pêk bînîn û rizgar bikin.

Welatiyên bajarê Diyarbekirê tekez kirin ku eger yekîtiya Kurdan hebe dê tu hêz nikaribe pişta wan li erdê bide û gotin ku êdî divê Kurd bi xwe çarenivîsa xwe diyar bikin û ew jî wek hemû miletan bibin xwediyê dewleta xwe ya serbixwe.

Şingal, qezayeke ser bi parêzgeha Nînowa (Mûsil) ye û dikeve rojavayê Başûrê Kurdistanê. Piraniya daniştvanên wê Kurdên Êzdî ne. Di 3ê Tebaxa 2014an de çekdarên DAIŞê êrîşî qezayê kirin û ji wê demê ve dest danîbûn ser. Ji wê rojê ve nêzîka 5 hezar welatiyên sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin û heta niha jî çarenivîsa wan nediyar e.

Pêr 12ê Mijdara 2015ê operasyona azadkirina Şingalê bi beşdariya 7 hezar û 500 Pêşmerge û alîkariya firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî dest pê kir û doh 13ê Mijdarê Hêzên Pêşmerge karîn bi tevahî qezayê kontrol bikin û Alaya Kurdistanê li ser avahiya Sîloya Şingalê bilind bikin.