Kurdistan24
Nivîskar
Barzanî hevxemiya xwe bo Françoîs ragehand
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî kirdarên “terorîstî” yên Parîsê bi tundî şermezar kir û ragehand ku wan bûyeran ew “gelekî êşandine.”
K24- Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî kirdarên “terorîstî” yên Parîsê bi tundî şermezar kir û ragehand ku wan bûyeran ew “gelekî êşandine.”
Duh, 13ê Mijdarê, li Fransayê di encama 7 êrîşên cuda de 126 kes hatin kuştin û serokê wî welatî jî rewşa awarte ragehand. Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî di peyamekê de hevxemiya xwe û gelê Kurdistanê bi hevşanê xwe yê Fransî, François Hollande re ragehand.
Barzanî di peyama xwe de amaje bi wê yekê dike ku “Teror dijminê hevbeş ê me hemûyane û terorîst dijî hemû bihayekî mirovayetiyê ye û li her cihekî jiyan û pêşketin û aramî hebê terorîstên dilreş êrîş dikin.
Di peyamê de tê gotin ku ”Gelê Kurdistanê ku niha ”di şerekî dijwar de ye li dijî terorê, di vê roja nexweş de, ligel we hevsoz e û beşdarê xema we dike û palpiştê gel û Hikumeta Fransayê ye.”
Herî dawî jî serokê Herêma Kurdistanê sersaxî li serokê Fransayê kir û hêviya başbûna bilez ji birîndaran re kir. Li gor amarên ku heta niha hatine belavkirin, 200 kes di wan êrîşan de birîndar bûne, rewşa 80yî ji wan xirab e.