Fransa, DAIŞê berpirsê êrîşên Parîsê dibîne

DAIŞê videoyek belav kir û tê de daxwaz ji alîgirên xwe yên ku li Fransayê dimînin û nikarin ber bi Sûriyê ve biçin dike daku êrîşan li nav Fransayê bi xwe bikin.

Fransa, DAIŞê berpirsê êrîşên Parîsê dibîne
Fransa, DAIŞê berpirsê êrîşên Parîsê dibîne

K24 - Navenda Nûçeyan

Rêxistina DAIŞê vîdeoyeke ku dema wê nediyar e belav kir û têde daxwazê ji wan kesên nikarin ber bi Sûriyê ve biçin dike ku êrîşan xwe li Fransayê bikin. Serokê Fransayê jî DAIŞê berpirsê wan êrîşan dibîne.

Dozgerê Giştî yê Parîsê Francois Mullins duh 13ê Mijdarê ragehand ku 5 terorîstan êrîşê "Stade de France" kirine û di encam de 120 kes hatin kuştin û 200ê din jî birîndar bûne. Polîsên Fransayê jî eşkere kirnbûn ku 4 ji wan terorîstan êrîş birine ser navenda Bataclanê ya şanoyê û sê ji wan êrîşan xwekujî bûne.

Îro, 14ê Mijdarê  DAIŞê videoyek belav kir û tê de daxwaz ji alîgirên xwe yên ku li Fransayê dimînin û nikarin ber bi Sûriyê ve biçin dike daku êrîşan li nav Fransayê bi xwe bikin.

Piştî belavbûna vîdeoyê Serokê Fransayê Francois Hollande ragehand ku DAIŞ ji wan êrîşan berpirs e û got: "Çekdarên DAIŞê ew êrîş kirine, plana êrîşan li derveyî Fransayê hatiye amadekirin û bi alîkariya alîgirên DAIŞê li nav Franse cîbicîh bûye".

Wezîrê Derve yê Firansayê Lauren Fabius jî da zanîn ku  êrîşên DAIŞê pêwîstiya hevkariya wan ligel hêzên dijî terorê dide nîşandan.

Wek tê zanîn Fransayê piştî wan êrîşan rewşa awarte li welêt ragehandibû.