Kurdistan24
Nivîskar
Civîna Viennayê ya derbarê Sûriyê de bi êrîşên Parîsê dest pê dike
Civînên Viennayê derbarê dîtina çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re bi nakokiyên li ser çarenivîsa Esed û êrîşên Parîsê dest pê dike.
K24 – Navenda Nûçryan
Civînên Viennayê derbarê dîtina çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re bi nakokiyên li ser çarenivîsa Esed û êrîşên Parîsê dest pê dike.
Gera sêyemîn yên civînên Viennayê îro 14 Mijdarê bi amadebûna Amerîka, Rûsya û 20 welatên Rojavayî û Rojhilata Navîn û Ereb dest pê kir, bo dîtina çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê ya ku dikeve sala xwe ya pêncemîn, lê hîn nakokî li ser çarenivîsa Esed hene.
Ev civîn piştî rojekê ji êrîşa terorî ya şeva borî 5 terorîstan êrîşî “Stade de France” kirin û di encamê de dora 128 kes hatin kuştin û 200ê din jî birîndar bûn.
Wezîrê Derve yê Fransayê Laurent Fabius di dema gehêştina Viennayê ragehand ku yek ji armancên civîna îro ew e bihêzkirina Hevahengiya Navdewletî bo têkbirina DAIŞê.
Ji aliyê xwe de jî Wezîra Derve ya YEyê federica Morgini jî got “Piştî Êrîşên Parîsê, civîna Viennayê bi aliyekî din ve diçe.”
Gere duyem ji civînên Viennê ku bi Vienna2 hat binavkirin bi beşdariya Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û 17 welatan roja 30ê Cotmehê, hatibû lidar xistin û li ser 10 xalan di warê hikumeteke veguhêz û dariştina destûr de lihev kiribûn, lê hîn derbarê çarenivîsa Esed de nakokî hene.