Farqîn: Piştî kavilbûna bi sedan mal qedexe rabû

Piştî 12 rojan qedexeya derketina ji derve li 3 taxên navçeya Farqîna Amedê hat rakirin.

Farqîn: Piştî kavilbûna bi sedan mal qedexe rabû
Farqîn: Piştî kavilbûna bi sedan mal qedexe rabû

K24 – Farqîn

Piştî 12 rojan qedexeya derketina ji derve li 3 taxên navçeya Farqîna Amedê hat rakirin.

Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê bi hezaran kes re derbasî taxan bûn. Bi hezaran xanî rastî gûleyan hatine, gelek xanî hatine şewitandin. Parêzgeriya Amedê îro 14 Mijdarê piştî nîvro qedexeya derketina kolanan ya li ser taxên bi navê Mescîd, Konak û Tekelê rakir.

Piştî pevçûnan, welatî ber bi malên xwe ve meşîyan, lê bi sedan mal rastî guleyan hatibûn, bi dehan mal jî hatibûn şewitandin. Welatiyan bertek dan vê rewşê. Dîrekên ceyranê hatibun qulipandin. Li ser dîwaran nivîsên nijadperestî hatibûn nivîsandin.

Di pevçûnên 12 rojan de, di navbera hêzên ewlehiya dewletê xwenîşanderên ku nêzîkî PKKê ne de 7 sivîl, 4 leşker û 4 polîsan canên xwe ji destan dabûn.

Ekîbên hêzên taybet li kolanan kontrola teqemeniyan kirin. Tîmên nûkirina xetên telefon û ceyranê dest bi xebatan kirin. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Feleknas Uca, Îmam Tascier û Çaxlar Demîrel bi seden kes re kolan bi kolan geriyan û li ser şopa gule û roketan lêkolîn kirin. Hêzên ewlehiyê ji nava her sê taxên navborî vekişiyan.

Rayedaran hemwelatî di mijara bermayiyên teqemeniyan de hişyar kirin. Niha rewşa li navçeyê aram e.