Kurdistan24
Nivîskar
DAIŞ êrîşên Parîsê li xwe digire
Rêxistina radîkal “DAIŞ” êrîşên Parîsê yên ku 128 kuştî tê de hatin kuştin, li xwe digire û soza encamdana êrîşên din jî dide.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêxistina radîkal “DAIŞ” êrîşên Parîsê yên ku 128 kuştî tê de hatin kuştin, li xwe digire û soza encamdana êrîşên din jî dide.
DAIŞê Îro 14 Mijdarê di daxuyaniyekê de êrîşên duh yênli Parîsê rû dane li xwe girt û ragehand ku “8 biraderan bi çekan û kemberên teqîner, bi hûrgilî armancên xwe di dilê Parîsa paytext de pêk anîn.”
Şeva borî li Parîsê çend êrîşên terorîstî “Stade de France” di dema lîstika Fransa û Almanyayê û Navenda Bataclanê kirin û di encamê de dora 128 kes hatin kuştin û 250ê din jî birîndar bûn.
DAIŞê gefa êrîşên din li Fransayê xwar û got ku ew di serê lîsteya armancên wê de ye.