DAIŞ êrîşên Parîsê li xwe digire

Rêxistina radîkal “DAIŞ” êrîşên Parîsê yên ku 128 kuştî tê de hatin kuştin, li xwe digire û soza encamdana êrîşên din jî dide.

DAIŞ êrîşên Parîsê li xwe digire
DAIŞ êrîşên Parîsê li xwe digire

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina radîkal “DAIŞ” êrîşên Parîsê yên ku 128 kuştî tê de hatin kuştin, li xwe digire û soza encamdana êrîşên din jî dide.

DAIŞê Îro 14 Mijdarê di daxuyaniyekê de êrîşên duh yênli Parîsê rû dane li xwe girt û ragehand ku “8 biraderan bi çekan û kemberên teqîner, bi hûrgilî armancên xwe di dilê Parîsa paytext de pêk anîn.”

Şeva borî li Parîsê  çend êrîşên terorîstî “Stade de France” di dema lîstika Fransa û Almanyayê û Navenda Bataclanê kirin û di encamê de dora 128 kes hatin kuştin û 250ê din jî birîndar bûn.

DAIŞê gefa êrîşên din li Fransayê xwar û got ku ew di serê lîsteya armancên wê de ye.