Kurdistan24
Nivîskar
Barzanî serdana konsolxaneya Fransayê kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Kunsolxaneya Fransa li Hewlêrê kir û hevxemiya xwe ji Kunsulê Firansî re diyar kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Kunsolxaneya Fransa li Hewlêrê kir û hevxemiya xwe ji Kunsulê Firansî re diyar kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 14 Mijdarê serdana Kunsolxaneya Fransa li Hewlêrê kir û êrîşên terrorist yên Parîsa Paytext armanc kirine şermezar kir û bi navê hikûmet û gelê Kurdistanê hevsozî û hevxemiya ligel serokakatî û gelê Fransayê parve kir.
Şeva borî li Parîsê çend êrîşên terorîstî “Stade de France” di dema lîstika Fransa û Almanyayê û Navenda Bataclanê kirin û di encamê de dora 128 kes hatin kuştin û 250ê din jî birîndar bûn.
Ji aliyê xwe ve, Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Alana Gêbgat serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şanda pê re bilind nirxand û tekezî li pêwendiyên dostaniyê yên her du aliyan kir.
Her yek ji Wezîrê Navxwe û Wezîrê Pêşmerge bi wekalet Kerîm Şingalî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Berpirsê Fermangeha Pêwemdiyên Derve ya Hikûmeta Kurdistanê Felah Mistefa ligel Barzanî sedana Kunsolxaneya Fransayê li Hewlêrê kirin.