Kerry: Esed amade ye guftûgoyên rasteqîne bike

Wezîrê derve yê Amerîka radigehîne ku di encama gotûbêjên civînên Viennayê de plana serokê Sûriyê bo tevlîbûna danûstandinên dîtina çareseriyeke siyasî ji Sûriyê re bibe.

Kerry: Esed amade ye guftûgoyên rasteqîne bike
Kerry: Esed amade ye guftûgoyên rasteqîne bike

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Amerîka radigehîne ku di encama gotûbêjên civînên Viennayê de plana serokê Sûriyê bo tevlîbûna danûstandinên dîtina çareseriyeke siyasî ji Sûriyê re bibe.

Werzîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry îro 14 Mijdarê ligel Wezîrê Derve yê Rûsî Sergei Lavrov di konfiranseke rojnamevanî de ragehand ku, “Serokê Sûriyê di riya hevkarên me yên li ser masa guftûgoyan re bo şandina şandekê bo di danûstandinên rasteqîne de beşdar bibe, amade ye.”

Gera sêyemîn yên civînên Viennayê îro 14 Mijdarê bi amadebûna Amerîka, Rûsya û 20 welatên Rojavayî û Rojhilata Navîn û Ereb dest pê kir, bo dîtina çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê hat lidar xistin.

Hat ragehandin jî ku beşdabûyên civîna Viennayê li ser nexşeyeke demkî bo damezrandina hikûmeteke veguhêz di 6 mehan de, piştre jî di 18 mehan de çêkirina Hilbijartinên Giştî li Sûriyê rêkeftine.