Kurdistan24
Nivîskar
Siudiye dê li ser piştgirîkirina opozîsyona Sûriyê berdewam be
Siudiyê dê piştgîriya opozîsyona Sûriyê bike heya Esed ji desthilatê dadikeve.
K24 – Navenda Nûçeyan
Siudiyê dê piştgîriya opozîsyona Sûriyê bike heya Esed ji desthilatê dadikeve.
Wezîrê Derve yê Erebistana Siudiyê Adil Cubêr îro 14 Mijdarê piştî civîna Viennayê ragehand ku welatê wî dê piştgîriya opozîsyona Sûriyê bike, heger Serokê Sûriyê Beşar Esed di proseyeke siyasî de ji desthilatê neçû.
Cubêr got jî ku, ewê bi piştevaniya proseya siyasî ya ku li dawiyê Esed ji desthilatê dakeve bike, heger nebû jî ewê piştgîriya opozîsyona Sûrî bikin bo bi darê zorê Esed ji desthilatê dûr bixe.
Cubêr di destpêka vê mehê de ku beşdarî kongreya “Gotûbêjên Menamayê” ya asayişa herêmî ya salane li paytexta Behrênê bûbû, got ku “Divê Esed îro ji desthilatê rabe” di heman demê de jî got welatê wî planeke şandina çekan ji opozîsyona lîbral re amade dike.