Davutoglu: Em amade ne hevkariya Herêma Kurdistanê bikin

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu bi rêya telefonê peywendî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re kiriye û pîrozbahiya serkeftinên Hêzên Pêşmerge û azadkirina Şingalê kiriye.

Davutoglu: Em amade ne hevkariya Herêma Kurdistanê bikin
Davutoglu: Em amade ne hevkariya Herêma Kurdistanê bikin

K24-Hewlêr

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu di peywendiyeke telefonî de ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêrozbahiya azadkirina Şingalê kir.

Di daxuyaniyekê de ku li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê duh 14ê Mijdarê, belav bûye, Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu bi rêya telefonê peywendî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re kiriye û pîrozbahiya serkeftinên Hêzên Pêşmerge û azadkirina Şingalê kiriye.

Serokwezîrê Tirkiyê diyar kir ku Tirkiye di şerê li dijî terorê de amada ye hevkariya Herêma Kurdistanê bike û ew amade ne Pêşmergeyên birîndar li nexweşxaneyên welatê xwe derman bikin.

Di 13ê Mijdarê de Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî qezaya Şingalê hat azadkirin ku ji 3ê, Tebaxa 2014ê ve ew bajar ji aliyê çekdarên DAIŞî ve hatibû dagîrkirin.