Kurdistan24
Nivîskar
Paşeroja jinên Şingalê dê çawa bibe?
Paqijkirina Şingalê ji çeteyên DAIŞê li hemû cîhanê wek serkeftineke mezin a Hêzên Pêşmerge hat nirxandin.
K24 - Enqere
Paqijkirina Şingalê ji çeteyên DAIŞê li hemû cîhanê wek serkeftineke mezin a Hêzên Pêşmerge hat nirxandin. Di proseya dagîrkirina Şingalê de ji aliyê DAIŞê ve, rewşa jinên Şingalê li hemê cîhanê deng veda bû. Rêxistinên jinan azadkirina Şingalê çawa dinirxînin?
Şingal, par di tebaxê de ji aliyê çeteyên DAİŞê ve hat dagirkirin û herwiha piştî wê prosesê zilm û xofên DAİŞê di medyaya cihanê de gelekî hat axaftin. Piranî jî rewşa jinên Şingalê li hemû dinyayê rastî nerazîbûnê hatibû.
Piştî azadkirina Şingalê bexteweriyek mezin di civaka navneteweyî de çêbû. Endama Rêxistinên Jinan Şukran Mızrak ku li Diyarbekirê di kampa Şingalê de dixebite, ji bo serkeftina Şingalê kêfxweşiya xwe tine ziman û wiha behsa prosesa kampê dike: “Travma derbasdikirin, hê jî derbas dikin piştî vê me di kampê de piştgiriya derûnî da wan, hêvalên civaknas, derûnînas hatin wir û me hemûyan bi hevre kar kir.”
Leyla Durmaz jî ku li bajarên Kurdan li ser parastina mafên jinan kar dike, serkeftina Şingalê wek serkeftina hemû dinyayê dinirxîne: “Bûyerên par wekî dilê hemû dinyayê dilê me jî gelekî êşand. Çend zilm li jinên Şingalê hat kirin. Îro Şingal azad e, jinên Şingalê wê azad bibin. Em jî hest bi azadiyeke zêdetir dikin.”
Li gor raporta Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi hezaran jinên Şingalê ketibûn destê çeteyên DAİŞê û qêrîna jinên Şingalê wekî trajediyeke mirovahiyê deng veda bû. Gelo bi azadkirina Şingalê wê ew êşa ku jinên Êzdî kişand kêm bibe ango wê jinên Şingalî çiqasî wan êşan ji bîr bikin, ne diyar e.