Cephet el-Nûsra sê endamên Hizbûllah dîl girtin

di encama şer û pevçûnên di naber wan û rejîma Sûriyê û alîgirên wê de karîne 3 çekdarên Hizbûllaha Lubnanî dîl bigrin.

Cephet el-Nûsra sê endamên Hizbûllah dîl girtin
Cephet el-Nûsra sê endamên Hizbûllah dîl girtin

K24-Navenda Nûçeyan

Cephet el-Nûsra li Sûriyê ragehand ku çekdarên wan 3 endamên Hizbûllaha Lubnanî li bakurê bajarê Helebê dîl girtine.

Di daxwiyaniyekê de ku doh 14ê Mijdarê li ser malpera xwe ya Twitterê belav kiriye, Cephet el-Nûsra ragehand ku di encama şer û pevçûnên di naber wan û rejîma Sûriyê û alîgirên wê de karîne 3 çekdarên Hizbûllaha Lubnanî dîl bigrin.

El-Nûsra li ser malpera xwe wêneyên her sê endamên Hizbullahê Mihemed Mehdî, Mûsa Qûranî û Hesen Nezîh ku xelkê Lubnanê ne û li başurê Beyrûtê dijiyan ku wek navenda Hizbûlah tê naskirin belav kiribû.

Li gor El-Nûsra, her sê çekdaran gotine ku wan li gel çekdarên Îranî bi serpereştiya Qasim Silêmanî li dijî opozîsyona Sûriyê şer dikirin û dan zanîn ku di nav wan de jî çekdarên Hizbûllaha Iraqî herwiha  Efxanî jî hebûn.

Dîlkirina wan çekdaran heta niha ji aliyê Hizbûllahê ve nehatiye piştraskirin. Wek tê zanîn ji bilî çekdarên Hizbûllah, Îran û Rûsya jî piştgirya rejîma Sûriyê dikin.