Ensarîoglu: Azadkirina Şingalê serkeftina Pêşmergeyan bû

Parlamenterê AK Partiyê yê Diyarbekirê Galip Ensarioğlu, got ku azadkirina Şingalê ji bo bidawîbûna hovîtiya DAIŞê gelekî girîng e û ev yek wek serkeftina Peşmergeyan nirxand.

Ensarîoglu: Azadkirina Şingalê serkeftina Pêşmergeyan bû
Ensarîoglu: Azadkirina Şingalê serkeftina Pêşmergeyan bû

K24 – Enqere

Parlamenterê AK Partiyê yê Diyarbekirê Galip Ensarioğlu, got ku azadkirina Şingalê ji bo bidawîbûna hovîtiya DAIŞê gelekî girîng e û ev yek wek serkeftina Peşmergeyan nirxand.

Parlamenterê AKPê yê Diyarbekirê Galip Ensarioğlu di axaftina xwe ya bo  Kurdistan 24ê de, diyar kir ku Şingal ji aliyê Peşmergeyan ve hatiye azadkirin.

Ensarioğlu wiha  axifî: “Êrişên ku DAIŞê li Şengalê kirin, dimenên herî hov ên cihanê bûn. Şingal, parçeyekî rêveberiya Herêma Kurdistan’ê ye. Derxistina wan dijmenên mirovahiyê ya ji Şingalê wek hemû kesan, di berpirsyara Pêşmergeyan de bû jî. Peşmergeyan bi awayekî serkeftî di operasyonekê de ew der rizgar kirin. Êdî rêyên DAIŞê hatin qutkirin. İnşellah di demeke gelek nezîk de gelên Musulê jî bên rizgar kirin.“