Kurdistan24
Nivîskar
Ensarîoglu: Azadkirina Şingalê serkeftina Pêşmergeyan bû
Parlamenterê AK Partiyê yê Diyarbekirê Galip Ensarioğlu, got ku azadkirina Şingalê ji bo bidawîbûna hovîtiya DAIŞê gelekî girîng e û ev yek wek serkeftina Peşmergeyan nirxand.
K24 – Enqere
Parlamenterê AK Partiyê yê Diyarbekirê Galip Ensarioğlu, got ku azadkirina Şingalê ji bo bidawîbûna hovîtiya DAIŞê gelekî girîng e û ev yek wek serkeftina Peşmergeyan nirxand.
Parlamenterê AKPê yê Diyarbekirê Galip Ensarioğlu di axaftina xwe ya bo Kurdistan 24ê de, diyar kir ku Şingal ji aliyê Peşmergeyan ve hatiye azadkirin.
Ensarioğlu wiha axifî: “Êrişên ku DAIŞê li Şengalê kirin, dimenên herî hov ên cihanê bûn. Şingal, parçeyekî rêveberiya Herêma Kurdistan’ê ye. Derxistina wan dijmenên mirovahiyê ya ji Şingalê wek hemû kesan, di berpirsyara Pêşmergeyan de bû jî. Peşmergeyan bi awayekî serkeftî di operasyonekê de ew der rizgar kirin. Êdî rêyên DAIŞê hatin qutkirin. İnşellah di demeke gelek nezîk de gelên Musulê jî bên rizgar kirin.“