Tirkiye: Operasyona bejayî bo Sûriyê tê gotûbêj kirin

Daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk ên derbarê operasyona li dijî Sûriyeyê ku tê de gelek nakokî hene, bû cihê tevlîheviyê.

Tirkiye: Operasyona bejayî bo Sûriyê tê gotûbêj kirin
Tirkiye: Operasyona bejayî bo Sûriyê tê gotûbêj kirin

K24 – Enqere

Daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk ên derbarê operasyona li dijî Sûriyeyê ku tê de gelek nakokî hene, bû cihê tevlîheviyê. Alîgirên Hikûmetê dixwazin operasyona bejayî were kirin lê mixalefet bi awayekî tund li dijî vê operasyonê derdikeve.

Li Tirkiyeyê yek ji rojevên herî germ, egera operasyoneke bejayî ye ku Tirkiye li dijî DAIŞê li Sûriyeyê pêk bîne. Operasyona bejayî pêşî ji aliyê Wezîrê Derve Feridun Sinirlioğlu û Serokwezîr Ahmet Davutoğlu ve hat rojevê, paşê Berdevkê Serokkomariyê İbrahim Kalın ev operasyon wekî idiayeke bê bingeh nirxand.

Lê belê AK Partî pêkanîna operasyoneke bejayî diparêze. Di vê derbarê de Parlamenterê AK Partiyê yê Îzmîrê Bînalî Yildirim got: “Li herêmê ev demeke dirêje alozî û şerekî navxweyî heye. Ji ber vî şerî zirareke mezin digihe Tirkiyeyê. Her êrîşên li dijî axa Tirkiyeyê bibe gef, dê ew êrîş bersiva xwe bibîne.“

Mixalefet dibêje niha operasyoneke bejayî ya bo Sûriyeyê ne meseleya Tirkiyeyê ye. Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Bulent Tezcan derheqa mijarê de nerînên xwe wiha anîn ziman: “Di mijara Sûriyeyê de em ji pêşî vî tiştî dibêjin; divê hemû axa Tirkiyeyê wekî bingeh were girtin û li herêma sînor aramî pêk were. Divê hevsengiyeke otoriteriya dewletan pêk were. Divê civaka navneteweyî jî mijarê baş binirxîne.”

Di rojên dawî de rayedarên Tirk bi daxuyaniyên xwe dibêjin operasyoneke bejayî ne di rojeva wan de ye. Digel wan daxuyaniyên rayedaran, raya giştî di wê baweriyê de ye ku dê operasyoneke bejayî pêk were. Lê ji operasyoneke bejayî bêhtir dixwazin Tirkiye têvlî Hêzên Hevpeymanî bibe û bibe xwedî stratejiyeke baş.