Yezdanpena: Destê Îranê di aloziyên Xurmatû de heye

ji kanala K24ê re axifî û diyar kir ku destê Îranê di êrîşên Heşdî Şeebî û nakokiyên wê yên ligel Hêzên Pêşmerge de heye.

Yezdanpena: Destê Îranê di aloziyên Xurmatû de heye
Yezdanpena: Destê Îranê di aloziyên Xurmatû de heye

K24 - Navenda Nûçeyan

Fermandeyê Partiya Azadiya Kurdistanê li eniya Kerkûkê ragehand ku destê Îranê di aloziyên bajarokê Xurmatû de heye.

Derbarê rewşa aloz a Xurmatû de Fermandeyê Partiya Azadiya Kurdistanê Hisên Yezdanpena ji kanala K24ê re axifî û diyar kir ku destê Îranê di êrîşên Heşdî Şeebî û nakokiyên wê yên ligel Hêzên Pêşmerge de heye.

Li gor Yezdanpena, êrîşên Heşdî Şeebî di demekê de ye ku Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê Şingal rizgar kirin û got: "Mebesta Heşdî Şeebî ji wan aloziyan ew e, ku serkeftinên Hêzên Pêşmerge li  Şingalê  kêm bikin û  sengerekî din li dijî Pêşmergeyan bê vekirin."

Navbirî amaje bi wê yekê jî kir ku Heşdî Şeebî beşeke ji Hêza el-Qûdis a ser bi pasdarên Îranê. Axaftina Yezdanpena, di demekê de ye ku 12ê Mijdarê li bajarokê Xurmatû (77 km Bakurê Kerkûkê) şer di navbera Pêşmergeyên Kurdistanê û çekdarên Heşdî Şeebî de derket. Li gor Yezdanpena, 20 kes şehîd bûne û 50 kesên din jî birîndar in, herwiha çend malên Kurdan jî hatine şewitandin.

Bajarokê Xurmatû du beş e, piraniya daniştvanên aliyê rojhilat Turkmenên Şîe ne û hinek Kurd jî lê hene, piraniya aliyê rojava jî Kurd in û zêdetir pirsgirêk ji wan malan re tên derxistin ku di nav Turkmenan de ne.