Kurdistan24
Nivîskar
Li Xurmatû welatiyekî Kurd hat kuştin
Li bajarokê Xurmatû aloziya di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên Heşdî Şeebî de berdewam e û hevwelatiyekî Kurd bi destê nîşangirekî Heşdî Şeebî hat kuştin.
K24 – Xurmatû
Li bajarokê Xurmatû aloziya di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên Heşdî Şeebî de berdewam e û hevwelatiyekî Kurd bi destê nîşangirekî Heşdî Şeebî hat kuştin.
Li gor agahiyên K24ê, îro li bajarokê Xurmatû welatiyekî Kurd ji aliyê nîşangirekî Heşdî Şeebî ve hat kuştin û li navçeyê aloziya di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên wê grûbê de berdewam e.
Ji aliyekî din ve li Taxa Hey Eskerî ya bajarokê Xurmatû (70 km başûrê Kerkûk), pêrê çekdarên Heşdî Şeebî êrîşî çend malên Kurdan kiribûn û şewitandibûn.
Herwiha heman rojê (13.11.2015) Turkmenên wî bajarokî hewl dabûn ku çend malên Kurdan bişewitînin lê belê rê li wan hatibû girtin û ji wê rojê ve rewşa navçeyê aloz e.
Bajarokê Xurmatû du beş e, piraniya daniştvanên aliyê rojhilat Turkmenên Şîe ne û hinek Kurd jî lê hene, piraniya aliyê rojava jî Kurd in û zêdetir pirsgirêk ji wan malan re tên derxistin ku di nav Turkmenan de ne.