Kurdistan24
Nivîskar
Amerîka piştî du mehan hêzeke bijarte dişîne Iraqê
ji destpêka sala nû ve dê hêzeke Amerîkayî ya bijarte bigihe Iraqê.
K24- Navenda Nûçeyan
Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ragehand ku ji destpêka sala nû ve dê hêzeke Amerîkayî ya bijarte bigihe Iraqê.
Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Steve Warin îro 15ê Mijdarê, ragehand ku hêzeke bijarte ya Amerîkayê dê bişînin Iraqê û da zanîn ku navenda wê hêza bijarte jî dê li Kuwêtê be. Warin eşkere kir ku niha 350 leşker wek rahêner û şêwermend ên Amerîkî li Iraqê hene.
Ji aliyeke din ve Komîteya Asayîş û Bervaniyê ya Parlamentoya Iraqê bi daxuyaniyekê bersiva Berdevkê Amerîkayê da û ragehand ku ew dijî şandina hîzeke bejayî ya biyanî bo Iraqê ne. Li gor komîteya navbirî, Iraq bi xwe dikarê navçeyên xwe rizgar bike û bergiriyê li xwe bike.
Herwiha Komîteya Asayîşa Iraqê daxwaz ji Washingtonê kir ku bila hêzeke bejayî neşîne Iraqê ji ber rê nadin tu hîzeke bejayî were nav Iraqê.
Axaftina Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di demekê de ye ku Komîteya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê daxwaz ji Rûsyayê kiribû ku rezamendiya xwe li ser şandina hêzeke bejayî bo Iraqê nîşan bide.
Hêjayê gotinê ye hevpeymaniyek di navbera Iraq, Sûriye, Îran û Rûsyayê de hatibû pêkanîn, herwiha Moskowê odeya hevkariya zanyariyan li Bexdayê damezrandibû û evna jî bûbû cihê nerazîbûna Amerîkayê.