Siddik Eren
reporter
Li Cizîrê derketina kolanan hat qedexekirin
Piştî ku 12 roj li Farqînê derketina kolanan qedexe bû, duh hat rakirin, lê niha jî li Nisêbîna navçeya Mêrdînê û Cizîra navçeya Şirnexê qedexe hat îlan kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Bakûrê Kurdistanê, qedexeyên derketina kolanan li navçeyên cuda berdewam in. Piştî ku 12 roj li Farqînê derketina kolanan qedexe bû, duh hat rakirin, lê niha jî li Nisêbîna navçeya Mêrdînê û Cizîra navçeya Şirnexê qedexe hat îlan kirin.
Li Niseybînê ev 3 roj e ku li 12 taxan qedexeya derktina kolanan didome. Şeva borî jî li Cizîrê derketina kolanan hat qedexekirin. Di daxauyaniya ku ji aliyê Parêzgariya Şirnexê ve, bo Cizîrê hatiye ragihandin de, hat diyarkirin ku ji demjimêr 21:00 (9ê şeva) 14ê Mijdarê ve li taxên Sûr û Yafesê heta ragihandineke nû derketina kolanan hatiye qedexekirin.
Li Cizîrê berê jî 9 rojan derketina kolanan hatibû qedexekirin û yek ji wan zarok 16 kesan canê xwe ji dest dabûn.